Mîxaîl Semenovîç Lazarev

 

Mîxaîl Semenovîç Lazarev

Kurdologê navbilind Mîkayîl Lazarêv çu ser dilovaniya xwedê
. Roja 7 adarê li Mosko doktorê zanyariyên dîrokî , profesor û kurdologê navbilind Mîkayîl Lazarêv çû ser dilovaniya xwe . Bi mirina Mîkayîl Lazarêv qonaxekî zor giring di dîroka kurdologya Rûsyayê de di çerxa 20 an de , ku dihate girêdan bi navê M.A. Hisretyan , Şakro Mihoyî û Mîkayîl Lazarêv ve bi dawî bû .
Mîkayîl Lazarêv 8 meha Gulanê sala 1930 li Mosko ji dayik bû . Di sala 1952 a de beşê dîroka rojhilat di zangoya Mosko ya hikûmî ya bi navê Lomanosov qedand . Di sala 1955 da herweha di zangoya Lomonosov de berevaniya peyama doktora kir û bû doktorê zanistiyên dîrokî . Sala 1956 M. Lazarêv li înstîtûta rojhilatnasiyê ya bi ser akadîmîya zanistîya Yekîtîya Sovyetê ve dest bi xebatê kir , û li wir 56 salan di xebatê de dom kir .
Weke tê zanîn heta sala 1950 î jî, înstîtûta Rojhilatnasyê li Lênîngiradê bû , û destnivîs , û edeb û dîroka miletên rojhilat lê dihate velêkolîndan . Lê girêdayî bi xurtbûna rola Yekîtiya Sovyetê li Asya û Efrîqa, înstîtût hate neqilkirin jibo Mosko ,û bi şêwazekî mezin hate berbifirehkirin . Bi gotinek din Înstîtûta Mosko dest bi lêkolîna aborî , û têkiliyên navnetewî û dîroka serdemê ya welatên Rojhilata navîn kir .
Yekem pirtûk di biyografiya M. Lazarêvde di sala 1960 î de bi navnîşana «Têkçûna serkirdatîya turkan li rojhilata erebî (1914 -1918 )» hate weşandin.Pirtûk bi bilindî hate nerxandin û bû kedek mezin di warê rojhilatnasiyê de . Di evê pirtûkê de Lazarêv herweha di hin ciyan de derbarê pirsa kurdî jî dinvîse . Lê bi taybetî di dawiya sala 1950 î de , piştî ,ku pirsa kurdî li Îraqê bi xurtî hate kete rojev, M Lazarêv dest bi velêkolîna pirsgirêka kurdî kir . Di sala 1964 a de çapxana Naûka pirtûka Lazarêv ya bingehîn ya binavê *Kurdistan û pirsgirêka kurdî (salên 90 yên sedsala 19 -1917 )* weşand .Di pêşgotina pirtûkê de M. Lazarêv dibêje : «Velîkolîna Kurdistanê ji aliyê zanistî de zor pêwîste , lê ya herî giring û aktwel bê guman mesela siyasî ye , velêkolîna vê arastê di pirsa kurdî de jibo velêkolîndaran hêmene ,çimkû beş û coreyên vê problêmê bi deqên sipî hatiye xemlandin» . Çaxa mirov van gotinên Lazarêv dixwîne dibîne ,ku boçûna wê demê diyar kiribû îro jî aktiwel û cîgirtîye .
Dêmeg pirtûka Lazarêv yekem bû di monografiya fundemental ya kurdelogiya navnetewî de, di sedsala 19-20 a de , ango ji destpêka rikberiya împryalîzmê jibo kontrolkirina rojhilata navîn hetanî şoreşa oktoberê li Rûsyayê . Lazarêv di berhemdana wê pirtûkê de arşîvên cuda –cuda bi karanînin, bi taybetî jî arşîvê wezareta derve ya Rûsya qeyserî , ku gelek belgename derbarê kurd û Kurdistanê, û têbînî û nerîn û nameyên dîplomatên Rûsyayê li Stenbol, Wan , Arzrom , Bîtlîsê , Kermenşah , û gelek deverên din derbarê pirsa kurdistanê têde cî bi cî dibin.Lazarev di vê pirtûkê de têkiliyên turkiye û îranê girêdayî pirsa kurdistanê ve û destêwrdana welatên împiryalî, Rûsya , Êngiltera û Almaniya û şerê wan jibo dabînkirina bandoriyê liser Kurdistanê û kar û barên casûsên împryalîzmê di nav eşîretên kurdan de li împratorîya Osmanî û Îranê û kirdarên leşkerî liser qada kurdistana perçekirî di navbera turk û îraniyan de berî yekem şerê navnetewî dişopîne .Herweha di evê pirtûkê de rola Rûsya û Êngiltera li Kurdistanê di maweya şer de dikole .Di gel vê de, herweha Lazarêv bi hûrgulî rewşa civakî û aborî û siyasî ya Kurdistanê velêkolîn dike, bi taybetî jî balê dikşîne ser tevgera eşîretên Kurdistanê jibo rizgarkirina welat ji bin destê turk û îraniyan .Tiştê balkêş di xebata Lazarêv de ewe , ku tevî lêkolînên wî derbarê pirsa kurdî de di warê dîrokî de bûn jî , lê di heman demê de helwesta xwe derbarê rewşa Kurdistana serdemê jî bi hûrgulî nîşan dide .Weke nemûne destnîşan dike , ku liser dirêjaya 40 salan (1964)Turkiye derbarê kurdan de siyaseta asîmîlasyona çêkirî dimeşîne, di Turkiya nû de mafên kurdan nayêne dazanîn …Sebaret bi Îraqê jî M.Lazarêv diyar dike ,ku di sala 1963 a de Basiyan gênasîd dijî miletê kurd pêk anîn .Piştî çend salan, liser bingeha vê nivîs bergiriya peyama doktorayê kir . Hêjayê bi majekirinê ye , ku jiber helwesta neyênî ya zanyarên înstîtûta rojhilat nasiyê ya akadîmîya zanistîya ermenistanê , pesendkirina velêkolîna M.Laverêv dereng ket .Lê di sala 1972 a de ew lêkolîn bi awakî berfirehtir di bin navnîşana *Pirsa Kurdi 1891-1917* de hate weşandin .
ev monografiya han jî bû bingeh û destpêka xebata Lazarêv di warê pirsgirêka Kurdî de û di berdewamiyê de, pirtûka *Împiryalîzm û pirsgirêka kurdî (1917-1923)* sala 1989, *Kurdistan û mesela kurdî (1923-1945)* sala 2005 a encamdan.
Divê pêvajoyê de pirsa kurdî bi giştî di nav têkiliyên navnetewî de ji dawiya sedsala 19 a ve û hetanî dawiya duyem şerê cîhanê şopand .Ji bilî wê, Lazarêv bi dehê gotarên zanyarî derbarê pirsa Kurdî nivîsandin .Weke nemûne emê hinek berhemên di salên 90 î de heta destpêka salên 2000 a nivîsîne raber bikin :
-Pirsa Kurdî — Kurdistana serdemê (problêmên tevgera netewî)Mosko-sala 1995 a.
-Kurdistana Başûr di dîrok û siyasetê de .Kurdistana Başûr îro (dersên kirîzê )Mosko -1997

-Kurdistan di aspêkta ciyopolîtîkî de -sala 1997 a
-Yekem totolarîzim a erebî .Rojhilata navîn û serdem .sala 2004 a
-Îslamîzim di Kurdistana hevdemê de .Pirsa Kurdî di destpêka hezar saliya nû de .sala 2004 a
ji bilî vê M.Lazarêv yeke ji efranderên pirtûka dîroka Kurdistanê bû, ya ku di sala 1999 a de hate çapkirin
xebata M.Lazarêv di warê velêkolîna rojhilata navîn de berfireh bû , lê li qada navnetewî ya rojhilatnasîyê navî wî bi taybetî bi kurdolocyayê ve hate girêdan.Zêde ji vê , M Lazarêv di warê velêkolîna natsyonalîzmê de li welatên Asyayê jî tê hesêb zanyarekî mezin û giran . Di salên 60-90 î de gelek berhemên hêja divê bareyê de nivîsandin .M.Lazarêv herweha gelek salan rêdakterê sereke bû di gelek dezgehên çapemeniyê de û wisa jî karmendê beşê problêmên giştî û beşê komplêksê problêmên navnetewî yê Înstîtûtê bû .
Ciyawaziya M.Lazarêv ew bû , ku bi awakî zor bilind li zangoya Mosko ya hikûmî a bi navê Lomonosov hatibû amadekirin, divî warî de mumkine em wî bi nûnerê dibistana Rûsî ya kilasîk binav bikin .Lazarêv gotebêjekî zîrek û înterîsant bû û bi kurayî babetên dîrokî nasdikir .
di salên dawîn de liser mêtodologya Dîroka Kurdistanê xebat dikir , em dikarin bêjin ,ku birêz Lazarêv yekem kurdoleg bû ,ku dikarîbû vî karî pêk bîne .
Ji bilî xebata M.Lazarêv di warê zanistiyê de herweha mezintrîn dostê kurdan bû.

di dijwartirîn qonax di dîroka gelê kurd û Kurdistanê de ; çaxa navê Kurdistanê tabo bû ,bi saya Lazarêv li yekê ji mezintirîn navendên rojhilatnasiyê berhemên zanyarî yên bê hempa derbarê pirsa Kurdistanê de hatin çapkirin û belavkirin . M.Lazarêv di hemû berhemên xwe de berevaniya mafê kurdan dike û doza çareserkirina pirsa kurdî bi dadwêrî dike .
Di pirtûka Kurdistan û pirsgirêka Kurdî de amaje dike , ku ne mumkine pirsa kurdî bête çareserkirin bêyî ber biçavkirina mafên gelê kurd û heta dawiya jiyana xwe jî ev bû helwesta wî .
M.Lazarêv bi bilindî damezrandina Hola azad li Kurdistana Başûr di sala 1991 ê de nerxand .Di sala 1993 a de jî di gel profesor Şakiro Mihoyî û profeseor M.A Hisretyan ,serdana Kurdistana Başûr kir û li kongirê partiya dîmoqrata Kurdistanê amade bû û piştevaniya xwe jibo tecriba dîmoqratîya Kurdistanê destnîşankirin . herweha demekê derengtir dubare serdana Kurdistana Başûr kir . M.Lazarêv herweha bawer bû bi çareserkirina pirsgirêka kurdî li perçeyîn Kurdistanê yên din jî . Gelek berhemên wî derbarê mezintirîn problêma kurdî hene -Lazarêv gelek berhem derbarê Kurdistana Bakur (turkiye) jî encamdane , û di heman demê de jî amajedike , ku bêyî çareserkirina pirsa Kurdistana Bakur ne mumkine pirsa Kurdî bi giştî bête çareserkirin .
M.Lazarêv di heman demê de doz dikir ,ku Rûsya balê bikşîne ser êtnografya Kurdistanê ,ku ji aliyê ciyopolîtîkî de cihekî stratêcîk di herêmê de digre .
Dema berhemên Lazarêv şirovedikin em dibînin bê ciqasî xembar bû sebaret bi çarenivîsa kurdologyayê li Rûsyayê û siyaseta Rûsyayê li rojhilta nîzîk û navîn , û lawazîya pirsa kurdî di siyaseta Rûsyayê de .Zêde ji vê LAzarêv di heman demê de nîşan dide ,ku cihê kurdan di siyaseta Rûsyayê de qet ne lihevhatîye ligel rola kurdan di herêmê de . Di vî warî de jî di sala 1993 a de di gotarekê de ,ku Lazarêv di rojnama *Nîzavîsîmaya gazêta* de bi navîşana *Rûsya û pirsa Kurdî* belavkir , dibêje :*rojava bihêz xebatê dike jibo çareserkirina vê pirsê lê em bê dengin*, Lazarêv pêde dice û dibêje ; , * Rûsya di siyaseta navnetewî de sebaret bi pirsa kurdî ve beşdariyê nake* .M.Lazarêv divê gotarê de bangewazîyê li Rûsyayê dike ,ku *berjewndiyên dewleta rûs li Rojhilata navîn jibîr neke , bi taybetî jî ew berjewendiyên bingehîn yên demdirêj, ku di radeya pêşîn de mumkine bi zindî girêdayî Kurdistana pêşerojê bin*. Lazarêv pêşniyazî Rûsya kir ,ku kirinên ne bûha lê bi pirspêktîv pêk bîne ,di nerîna wî de rojava bi xurtî pêkolan dike jibo çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê , û da ,ku Rûsya karibe helwest û bandorîya xwe li Kurdistanê biparêze pêwîste kirdarên ne bûha li Kurdistanê bike . Herweha di gotareke din de bi navnîşana *Rûsya û Kurdistan (dersên dîrokê û armancên îroyîn)* ,ku di hejmara 1 ê de ya kovara Almenaxa Kurdî de sala 2001 ê de hate weşandin ,digel ,ku
amaje kir , ku derdên Mosko pirsa kurdan jibîrê dibe jî ,lê dîsa tekiz dike û dibêje ;tevî rewşa dijawrî ku Rûsya divî qonaxî de têre derbas dibe ,lê çênabe lihimber bûyerên li Kurdistanê derbasdibin bê helwest bimîne .Lê mixabin weke eşekereye Rûsyê hîç bal nekişand ser rewşa Kurdistanê.
Dema derbarê pirsa berjewendiyên netewî yên Rûsyayê axivî M.Lazarîv nivîsand û got ;pêwîste pirsgirêka kurdî bête çareserkirin bi dazanîna mafê gelê kurd yê sirûştî û qanûnî ji aliyê tevaya civata navnetewî ve da ,ku serbest û azad çarenivîsa xwe destnîşan bike ,û ev maf gerek bête naskirin di gel damezrandina dewleta serbixwe de jî.
Di nerîna Lazarêv de bi vî awayî pirsa kurdî êdî nema dibe yeke ji pirsên rewşa rojhilata navîn aloz dike û herweha nema dibe yek ji wan çavkaniyên gefan ser Rûsyayê jî:Zêde ji vê Lazarêv digot , heger hîn azadiya kurdan jibo Rûsya ne sereke be jî , pêwîste bibe pêşewa di siyaseta Rûsyayê de li rojhilata navîn , û bête destnîşankirin objeya berjewendiyên ciyopolîtîkî yên netewî , ku mixabin ne hertim û ne ji aliyê her kesî ve tê zanîn (mebest siyasetmedarên Rûsyayê ne ).Lazarêv herwisa nivîsand ,ku ne encmdarîya siyaseta Rûsyayê ya dereke sebaret bi qonaxê dîrokî yê dijwar ,ku welat têre derbas dibe , bû eger ,ku bi şaşî berjewendiyên Rûsyayê di Kurdistanê bêne helsengdan .
, Lazarêv pirînsîpên pingehên jibo Rûsyayê di arasta pirsgirêka kurdî de nîşan dide û dibêje :dema Rûsya nû xurt bibe û dest bi cîhkirina riyên nû li Kurdistan û rojhilata navîn û deverên din li cîhanê bike, gerek divê pêvajoyê de pirînspê mafê mirovan bingehîn û sereke be , û divirde gerek mafê gelê kurd yê çarenûsî di gel damezrandina dewleta serbixwe de bête zanîn ,înternasyonalîzîma pirsa kurdî ,gerek di riya serwerî û wekheviya de li NY û rêxistinên navnetewî bête eşkerekirin …
M.Lazarêv hinekî siyaseta Rûsya hevdemê îdyalîzedike .Lê van lêkolînîn Lazarêv ,ku rêzdariyeke mezin li Kurdistanê jêre tê girtin, bi armanca hiştina piran de bûn di navbera kurdan û Rûsyayê de, û bê guman rolek mezin lîstin di parastina simpatya kurdan de ji Rûsyayê re .
M.Lazarêv di sala 1990 de piştî mirina M.A.Hisretyan bû serekê beşê kurdî di înstîtûta rojhilatnasiyê de û xebatek mezin kir jibo parastina kurdologyayê di Rûsya de,zanyarên îro di beşê kurdî xebatê dikin şagirtên wî ne . ji bilî vê nêzê 20 zanyarên biyanî jî fêrkirine .
hêjaye bi amajekirinê ye ,ku di dawiya salên 70î de M Lazarêv sebaret bi ayenda kordologyayê xembar bû û di sala 1982 a de di civîna giştî de ya kurdologan de li Lînîngradê raporek derbarê problêmên şopandina dîroka kurdî di pêşerojê de pêşkêş kir ,Lazarêv amajekir ,ku di destpêka salên 70î de kûrsê dîroka kurdî li ÎSAA pêk dihatin , lê piştî sala 1975 ( mebest damezrandina otonomya kurdistanê li Îraqê ye )dema girêbesta ,ku omîdên ne rast pêve dihatin girêdan hate îmzekirin, biryar bi birîna wan kûrsan hate stendin, goye êdî ne aktiwelin . Lê hûn dibînin bê çiqasî têkiliyên dekdar ber tengin ,ligel vê mirov hizir nakin ,ku girêbest ne tebût bû û problêm nehate çareserkirin, berovajî..Lê mixabin biryar bi birîna wan kûrsan hate stendin tevî xwendevan zor balkêşbûn liser . Lazarêv herweha ragihand ,ku gerek ew kûrs bêne vejandin çimkû ew xebat zanyarî, û siyasî ye, ligel vê doz kir ,ku kûrsên dîroka Kurdistanê li Mosko,Lînêngrad,Yêrîvan ,Tbîlîsî û mumikne li Bakû jî bêne saz kirin .
lê weke eşkereye desthilata Sovyetê pirsa kurdî aktwel nedidît .Tenê profesor Şakiro Mihoyî kursekî ne mezin li zangoya hikûmî ya Yêrîvanê encamda
Bi mirina M.C.Lazarêv rojhilatnasiya Rûsyayê bi giştî û bi taybetî jî kordologyayê ziyanek mezin bidestxist .Herweha kurdan mezintirîn dost û zanyarê ,ku 50 sal ji jiyana xwe jibo pirsa wan terxandibû wendakir . Bi vê boneya xemgîn Mirov hêvî dike ,ku hikûmeta Kurdistanê û rêxistin û dezgehên kurdî vî dostê bê hempa jibîr nekin û navê wî li kolan û dezgehên zanistiyê bikin, belê ewê nexerab baya heger çalakîk taybet di bîranîna vî mirovê giranbûha û mezin bête encamdan

Dr. Nodar Mosakî
Hemû bixwîne: https://krd.sputniknews.com/kurdish.ruvr.ru/2010/03/17/8626328.html

Leave a Reply

Your email address will not be published.