TE EZ KUŞTİM HELANDİM…
Kovara Tîroj ê,di hêjmara xwe ya 21 emîn de, dosyeyek li ser helbesta kurdî amadekiribû.Her ku çikas kêmasiyên vê dosyeyê hebûn jî, disa jî bo helbesta kurdî, şuxulekî baş bû. Lê peyva min dê ne li ser dosyeyê be…Di rupela 37 emin de Şahînê Bekirê Soreklî mînakek dabû. Mînak ev helbest bû:
Sala çûyî li vê çaxê
Mala me li Gawirdaxê
Te ez kuştim helandim
Kirime şuşa gulyaxê
Sala çûyî li vê demê
Mala me li Bîra Remê
Te ez kuştim helandim
Kirime şuşa melhemê
Helbestvan li ser zindîbûna vê helbestê disekine û dibêje: “ji bo min helbesta li jêr (min li jor nivîsiye) ku li herêma Kurdistanê di nav xelkê de zindî maye û kesek nedizane ji ku hatiye helbesteke bedew e.”
Şahînê Bekirê Soreklî, di vê mijarê de ji erdê û heta ezmîn mafdar e. Helbesteke di dilê xwendevan û guhdar de cih nebîne ne mumkune ku jiyana xwe berdewam bike.Ji bo vê divê helbesta kurdî, lingen xwe bide ser temelê Ehmedê Xanî, divê destên xwe bide medreseya Melayê Cizirî hwd…û divê berê xwe ji bide rêke nûjen…
feqi


İlk Kürt gazetesi Kurdistan, 22 Nisan 1898′de Kahire’de yayın hayatına başladı. Mikdat Mithad Bedirxan tarafından çıkartılan gazetenin ilk beş sayısı Mısır’ın başkenti Kahire’de, 6-19 arası sayıları Cenevre’de, 20-23 arası sayıları Londra’da, 24-29 arası sayıları Folkston’da, 30 ve 31. sayılarıysa Cenevre’de yayımlandı.